Saet berdestê sala nû,
destpêkir,
Şerê min û oxlimna !
De herin wan ‘’fişekên hawayî’’ di ‘’q..ê dêya’’ xwe da
biteqînin…
De wunê vêga bêjin lawo Fuado çi heqê te heye tu van
çêran dikî…
Çi heqê min heye ez ji we re bêjim..
Çend pîrozbahiyên we têkevin ser hev wê wî canê sebiyê ku
ji bo gepek nan bîne mala xwe, ji bo zikên xweşk û birayên xwe têr bike, he wê
çend pîrozbahiyên we wî bînin vê heyatê ?
Ya diduwan: Law oxlimno;her roj li welatê we înkarî,
bêmafî, bêdadî,newekhevî, zilm, zordarî, zorkerî û qûnektî heye, ji bo vana ji
holê rabin we çi kiriye ?
Ya sisêyan: Law oxlimno; wun belkî bêjin em rojbûna
cenabê hezretê Îsa pîroz dikin, lawo ka çend kesan ji we bi zimanî îro jê ra
di’a kir, çend kesan ji we kitêba wî ya pîroz îro xwend, çend kesan ji we
peyamê wî fêm kir ?
Bi Xwedê yê çar û pêncan jî hene,lê belê êdî dilê’m ji we
li hevdikeve,ez nikarim binivîsim…
De herin lawo!
De herin oxlimna!
De herin wan ‘’fişekên hewayî’’ di ‘’q..ê dêya’’ xwe de
biteqînin…
Fûad Qaya
31.01.2011
Stenbol