18 Nisan 2012 Çarşamba

Şeveke Qaçax





Şeveke Qaçax

Şevek bi dizîka
Bi qaçaxî
Dest bi rûniştinê dike
Li welatê me
Û
Teyrên hesinî
Dest bi firînê dikin

Di  şeva dizî de
Zarokên me
Hêviyên xwe
Bi rêça hêstiran ve girêdidin
Û
Hêviyên wan dibe gepek nan
Ne azadiya welatek

Her ku teyrên hesinî
Li ser vî welatî difirin
Bi berfê re
Hey waxx!
Agir dibare
Xwîn dibare
Hêstirk dibarin
Û
Şîn dibare

Serwahşek dertê
Daxuyaniyek dide
Dibê:
“Ger ku şaşiyek hebe”
Destpêka gotinên wî
Bi “şaşî” ye
Teyrên wî 34’an kuşt
Wî 40 milyonî

Ger ne bi şaşî bûya
Wê ew bimana “terorîst”
Lê bi şaşiyek ew man “qaçaxçî”

Li Kurdistanê hêjî
Şev e
Teyrên hesinî hêjî
Difirin
Çiyayên me hêjî
Bi berfin
Em hêjî
Bi girîne
Û
Kurdistan hêjî
Ne azad e

Fûad Qaya/Stenbol/4.1.2012

Sersala Du Hezar û Dozdan


Saet berdestê sala nû,
destpêkir,
Şerê min û oxlimna !
De herin wan ‘’fişekên hawayî’’ di ‘’q..ê dêya’’ xwe da biteqînin…
De wunê vêga bêjin lawo Fuado çi heqê te heye tu van çêran dikî…
Çi heqê min heye ez ji we re bêjim..
Çend pîrozbahiyên we têkevin ser hev wê wî canê sebiyê ku ji bo gepek nan bîne mala xwe, ji bo zikên xweşk û birayên xwe têr bike, he wê çend pîrozbahiyên we wî bînin vê heyatê ?
Ya diduwan: Law oxlimno;her roj li welatê we înkarî, bêmafî, bêdadî,newekhevî, zilm, zordarî, zorkerî û qûnektî heye, ji bo vana ji holê rabin we çi kiriye ?
Ya sisêyan: Law oxlimno; wun belkî bêjin em rojbûna cenabê hezretê Îsa pîroz dikin, lawo ka çend kesan ji we bi zimanî îro jê ra di’a kir, çend kesan ji we kitêba wî ya pîroz îro xwend, çend kesan ji we peyamê wî fêm kir ?
Bi Xwedê yê çar û pêncan jî hene,lê belê êdî dilê’m ji we li hevdikeve,ez nikarim binivîsim…
De herin lawo!
De herin oxlimna!
De herin wan ‘’fişekên hewayî’’ di ‘’q..ê dêya’’ xwe de biteqînin…


Fûad Qaya
31.01.2011
Stenbol