kurdistan etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kurdistan etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

18 Nisan 2012 Çarşamba

Şeveke Qaçax





Şeveke Qaçax

Şevek bi dizîka
Bi qaçaxî
Dest bi rûniştinê dike
Li welatê me
Û
Teyrên hesinî
Dest bi firînê dikin

Di  şeva dizî de
Zarokên me
Hêviyên xwe
Bi rêça hêstiran ve girêdidin
Û
Hêviyên wan dibe gepek nan
Ne azadiya welatek

Her ku teyrên hesinî
Li ser vî welatî difirin
Bi berfê re
Hey waxx!
Agir dibare
Xwîn dibare
Hêstirk dibarin
Û
Şîn dibare

Serwahşek dertê
Daxuyaniyek dide
Dibê:
“Ger ku şaşiyek hebe”
Destpêka gotinên wî
Bi “şaşî” ye
Teyrên wî 34’an kuşt
Wî 40 milyonî

Ger ne bi şaşî bûya
Wê ew bimana “terorîst”
Lê bi şaşiyek ew man “qaçaxçî”

Li Kurdistanê hêjî
Şev e
Teyrên hesinî hêjî
Difirin
Çiyayên me hêjî
Bi berfin
Em hêjî
Bi girîne
Û
Kurdistan hêjî
Ne azad e

Fûad Qaya/Stenbol/4.1.2012

11 Ocak 2012 Çarşamba

Roj wê bê



Xwîna me rijî li deştan û çiyan
Wêran kirin li me gund û bajaran
Di warê bavê xwe de em bûne mihacir
Wek bazên perşikestî mane li bin dest neyaran

Ew roj wê bê ew roja Newrozê
Cejnekî xweş bo Kurda pîroz e
Ew roja serxwebûna Kurdistan
Ew roj e, roja şahî ye Newroza Kurdistan

Bi hêvî bin van rojan derbaskin
Pêşkevin emê welat xelas kin
Êdî bese dijmin em qirkirin
Bi xwendin û zanîn karbikin bo Kurdistan

Kordno rabin hun ser piyan
Xebat bikin ji bo welat
Wê xilas kin ji bin destan
Şer bikin ji bo welat…