3 Mayıs 2012 Perşembe

MUZÎKA BÊDENG


MUZÎKA BÊDENG

Qey tu tava zivistanê yî ?
Dişewitînî germ nakî

Ger ku orteya çemekî tunebe
Ez ê te bînim bîra xwe ?

Tiştên ku li ve dinyayê diqewimin
Ji bo bûyîn û neqedandina wan
Tu çi dikî ?

Dîwarê mala we ji kevir e
Qey dûmana wî jî ji kevir e ?

Di nav hevalên te î qîzî de
Bi hêstirkên kêfxweşiyê
Wê kes tunebe ku te  paçî bike ?

Ew helbestê ku te jiberkiriye

Ew merivê ku tu lihêviyeyî

Sezai Karakoç (0cak, 1955)

Wergerandina ji Tirkî: Fûad Qaya

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder